Parlamenterê AK Partiyê: Di siyaseta Tirkiyê de rola Kurdan girîng e

.

Parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) yê bajarê Êlihê Zîver Ozdemîr li ser pirsa Kurd diyar kir, li Tirkiyê Kurd nikaribûn xwe îfade bikin, ziman û çanda Kurdan hemû qedexe bûn, lê di dema AK Partiyê de ev qedexe hatine rakirin.

Parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) yê bajarê Êlihê Zîver Ozdemîr li ser pirsa Kurd diyar kir, ji destpêka avakirina komarê ve û beriya wê jî, li Tirkiyê Kurd nikaribûn xwe îfade bikin, ziman û çanda Kurdan hemû qedexe bûn, lê di dema AK Partiyê de ev qedexe hatine rakirin.

Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayîp Erdogan îro li Parlamentoya Tirkiyeyê diyar kir ku li Tirkiyê pirsa Kurdî hatiye çareserkirin û got: “Me xwe ji pirsa Kurdî ku wekî kirasekî dînan li welatê me hatibû kirin, digel dijayetiyên CHPê rizgar kir. Ti pirsgirêkeke me ya bi navê Pirsa Kurdî nîne. Niha li kabîneya min du Kurd hene.”

Parlamenterê AK Partiyê Zîver Ozdemîr beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û diyar kir, ji destpêka avakirina komarê ve û beriya wê jî, li Tirkiyê Kurd nikaribûn xwe îfade bikin, ziman û çanda Kurdan hemû qedexe bûn, lê di dema AK Partiyê de ev qedexe hatine rakirin.

Zîver Ozdemîr derbarê qedexekirina konserên Kurdî de got: “Îro li Tirkiyê zimanê Kurdî bi fermî qedexe nîne, konser qedexe nîne, lê konserên ku têne qedexekirin, ne bi fermî ye, şaredarî bi înîsiyatîfa xwe pirsgirêk çêdikin, weke din ne qedexe ye.”

Li ser çawaniya çareserkirina pirsa Kurd ji aliyê AK Partiyê ve, Zîver Ozdemîr destnîşan kir, beriya niha li herêmê ti xizmet nedihatin kirin, lê li bajarên rojavayê Tirkiyê hemû xizmet hebûn, AK Partiyê ev cudahiya xizmetê ya navbera rojava û rojhilatê welat ji holê rakir.

Zîver Ozdemîr destnîşan kir ku di siyaseta Tirkiyê de rola Kurdan girîng e û hemû partiyên siyasî yên Tirkiyê li ser Kurdan siyasetê dikin û dema hilbijartin nêz dibe, partiyên siyasî pirsa Kurd tînin ziman.

Çavkanî: K24

Siyaset Haberleri

Fethullah Huseynî: Divê mafê kurd wek neteweya duyem di destûra Sûriyeyê de bê çespandin
Bêrîvan Mihemed: Em ji bo diyalogê re vekirî ne, lê Şam xwe paş ve dikişîne
Çarenivîsa Durziyan li ser maseyê ye: Netanyahu ji bo Siwêdayê behsa korîdoreke kir
Fermandarekî Heşdî Şebiyê: Şer ber bi Îraqê ve tê
Fîdan: Li Sûriyeyê partiyên Kurd ên dostên me jî hene û wan alîkarî xwest