Parêzgerê Şamê yê nû: Em naxwazin li ser ewlehiya Israîlê bibin gef

.

 Parêzgerê Şamê yê nû amajeyê dide ku, birêveberiya nû ya Sûriyeyê bizavê dike Sûriyeyê vegerîne meydana navdewletî. Herwesa dibêje ku, ew naxwazin li ser ewlehiya Israîlê bibin gef.

Parêzgerê Şamê yê nû Mahir Merwan îro (În, 27.12.2024) ji radyoya niştîmanî ya giştî ya Amerîkayê (NPR) re got, “Sûriyeyê çi tirsek li beranberî Israîlê nîne, heta arêşeyek jî pê re nîne.”

Mahir Merwan tekez jî kir, “Birêveberiya nû ya Sûriyeyê bizavê nake desttêwerdanê di çi pirsekê de bike, ku li ser ewlehiya Israîlê û çi welatekî din ê deverê bibe gef.”

Navbirî herwesa amaje da, “Israîlê piştî nemana Rijêma Esed ji ber komên çekdar ên diyarkirî hest bi tirs û nîgeraniyê kir, ev jî tirs û nîgeraniyeke xwezayî bû.”

Parêzgerê Şamê yê nû ron jî kir, “Karê pêşiyê yê hikûmeta nû ya Sûriyeyê seqamgirî û aştiya deverê ye û gelê Sûriyeyê jî wê dixwaze û hevrikiyan naxwaze.”

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist