Parêzgarê Hewlêrê: Ji ber Koronayê şîn li nav mizgeftan de hat qedexekirin

Parêzgarê Hewlêrê ragihand, di çarçoveya pilana berhingarbûna nexweşîya Koronayê de merasimên şînê li nav mizgeftên parêzgehê de hatin rawestandin.

Navenda Nûçeyan - Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî îro di civîneka rojnamevanî de ragihand, bi liqa Hewlêrê ya yekitîya zanayên ayîna îslamî re civîyane û di civînê de biryar dane di çarçoveya pilana berhingarbûna nexweşîya Koronayê de merasimên şînê li parêzgehê bên rawestandin.

Firset Sofî her wiha got, bila merasimên şîn û fatîhê tenê li ser qebran be û li nav mizgeft û cihên giştî de hatîye qedexekirin. Ev jî bo parastina tenduristîya welatîyan e.

Parêzgarê Hewlêrê da zanîn, heta vê gavê li parêzgeha Hewlêrê ti kes bi nexweşîya Koronayê neketîye û got, çi ji destê me were emê nehêlin ew nexweşî derbasî Hewlêrê bibe.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist