Parêzerên Ocalan pê re hevdîtin pêk anîn

Parêzerên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan piştî çend mehan îro dîsan wî re hevdîtin kirin.

Parêzerên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan piştî çend mehan îro dîsan wî re hevdîtin kirin.

 

Doh çarşemê 07- 08- 2019an Buroya Asrin Hiqûqê ragihandiye ku wan îro bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtin pêk anîne.

Herwiha li gor daxuyaniya Buroya Asrin Hiqûqê  ji parzerên Ocalan,  parêzer Newroz Uysal û parêzer Rezan Sarica hevditin pêk anîne.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku herî dawî beriya hilbijartinên şaredariya Stenbolê parêzerên Ocalan serdana wî kiribûn. Di hevdîtina herî dawî da Ocalan bang li HDPê kiribû ku di hilbijartinan da bêlayan be. Banga Ocalan a li HDPê demeke dirêj di rojeva Tirkiyê da hatibû gotûbêjkirin. 

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin