Li bajarê Hesekê, Yekîtiya Parêzeran li dijî rakirina zimanê Kurdî ji ser tabelaya Koşka Dadweriyê, mangirtinek lidar xistin. Parêzer û çalakvanên herêmê nerazîbûna xwe li hemberî siyaseta "paşguhkirina zimanê Kurdî" nîşan dan.
Parêzer Mihemed Ferhan ku di mangirtinê de amade bû, ji Kurdistan24ê re diyar kir, daxwaza wan a sereke parastina rûmeta zimanê Kurdî ye. Ferhan got: "Daxwaza me ew e ku zimanê Kurdî li ser tabelaya Koşka Dadê cih bigire. Zimanê Kurdî zimanê civakê ye, zimanê maf û nasnameyê ye. Divê ev ziman li kêleka zimanê Erebî di hemû saziyan de were naskirin û neyê paşguhkirin."
Piştî rêkeftina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmetê de, li hinek saziyan tabelayên bi Kurdî û Erebî hatin guhertin û bi Erebî û Îngilîzî hatin daleqandin. Ev yek di nav gel de bû sedema diltengiyeke mezin.
Çalakvan Beşîra Cemaledîn li ser vê yekê hişyarî da û got: "Em ne li dijî rêkeftin û entegrasyonê ne, lê entegrasyon nayê wateya jinavbirin yan bişaftinê. Kurd îro hişyar in, ciwanên me hişyar in. Em naxwazin careke din zimanê me were qedexekirin yan jî were biçûkxistin."
Ev cara çaremîn e ku tabelaya Koşka Dadê ya li Hesekê dibe sedema aloziyê. Her gava ku hikûmet tabelayeke tenê bi zimanê Erebî datîne, ciwan û çalakvanên Kurd nerazîbûnê nîşan didin û daxwaz dikin ku Kurdî jî lê were zêdekirin.
K24