Parêzer Medet Serhat li ser gora xwe hat bibîranîn

.

Parêzer Medet Serhat di 30emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan Eren Keskîn, malbata Medet Serhat, hezkiriyên wî û hevpîşeyên wî beşdarî bîranînê bûn.

Parêzer Medet Serhat, di 12ê Mijdara 1994an de li navçeya Erenkoyê ya Stenbolê, di encama êrîşeke çekdarî de li ber deriyê mala xwe hat qetilkirin.

Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî (TOHAV) li ser hesabê xwe yê Xê weha got:

"Parêzer Medet Serhat yek ji damezrînerên weqfa me ye û  ji pêşengên têkoşîna hiqûqê ya gelê Kurd e û di 12ê Mijdara 1994an de li Stenbolê di encama êrîşeke çekdarî de hat qetilkirin. Me Serhat di 30emîn salvegera qetilkirina wî de li ser gora wî ew bibîranî.”

Ji bo 30emîn salvegera qetilkirina Medet Serhat Baroya Stenbolê jî daxuyanî da û wiha got: “Em hevpîşeyê xwe Parêzer Medet SERHAT ê ku di navbera salên 1975-1979an de di baroya me de endamê rêveberiyê û sekreterê giştî bû, di 30emîn salvegera mirina wî de bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Siyaset Haberleri

Daxuyaniya bi hilkefta pêkhatina Pêncemîn Plînoma Komîteya Navendî ya Hizba Dêmokrat
Şandeyeke Kongreya Amerîkayê bi Ehmed Şer re civiya
Keleha Hewlêrê dê bi muzîka Rojavayê Kurdistanê olan bide: ‘Yekpar’ û ‘Şahmaran’
Şoreşa teknolojiyê: Robot êdî dikarin bibin dayîk
Ji Serê Kaniyê heta Derayê heman kes, heman tehdîd: Çekdar kincên xwe diguherin