Papa Francis: Ji bo pêşwaziya germ spasiya gelê kurd dikim

.

Papayê Vatîkanê Papa Francis ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê serdana xwe ya Herkêma Kurdistanê peyamek belav kir û tê de ragihand “Ji bo wê pêşwaziya wan ya germ ku li min kirine, careke din spasiya gelê kurd dikim.”

Papayê Vatîkanê  Papa Francis derbarê serdana xwe yêa Herêma Kurdistanê ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser hesabê xwe yê Twitterê spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û tê ragihand ji bo pêşwaziya germ ew spasiya gele kurd dike.

Papayê Vatîkanê hefteya borî di navbera 5-7 Adarê serdana iraqê û Herêma Kurdisanê kir û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hatibû pêşwazîkirin. Herwiha Papa Prancis beşdarî bi beşdariya 10 hezar mesihîyên li Herêma Kurdistanê li Yarîgeha Franso Herîrî beşdarî merasîma nimêja qedasiyê jî bû û ew merasim birêbe bir.

Serdana Papa Francis ji bo Herêma Kurdistanê deng veda û medyaya cihanî bi rojan behsa serdana Papayê Vatîkan ji bo Herêma Kurdistanê kirin. 

Kurdîstan Haberleri

Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir