Palewanê Kurd û xwedîyê rekorda cîhanî Sîyamend Rehman koça dawî kir

Palewanê Kurd û bihêztirîn wezişvanê kêmendam ê cîhanê, Sîyamend Rehman duh Yekşemê 1ê Adarê bi sedema krîza dil li nexweşxaneya bajarê Şinoyê koça dawî kir.

Navenda Nûçeyan - Sîyamend Rehman, xelkê bajrê Şino yê parêzgeha Urmîye ya Rojhilatê Kurdistanê bû, ku çendîn caran di werzişa hilgirtina halteran de bibû palewanê cîhanê.

Sîyamend Rehman, şeva Yekşemê bi sedema derbaskirina kirîza dil, li bajarê Şino jîyana xwe ji dest da.

Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî, Serokê parlamentoya Îranê Elî Larîcanî û Wezîrê Werzişê yê wî welatî bi peyamên cuda serxweşî li malbata Sîyamend Rehman kirin.

Qaymeqamê Şinoyê jî ragihand, îro Duşemê li yarîgeha 2 hezar kesî ya vî bajarî dê merasima xatirxastina dawî li Sîyamend Rehman bihê lidarxistin û paşê dê cenazeyê wî li Goristana Xelîfe Mela Xidir bi axê bê spartin.

Parêzgarê Urmîyê jî bi boneya koça dawî ya wî werzişvanê Kurd, herdu rojên Duşem û Sêşem li bajarê Şinoyê şîna giştî ragihand.

Wî palewanê Kurd, di paraolempîkên 2012 û 2016ê de medalyayên zêr bidest xistibû. Sîyamend Rehman herwiha 5 caran bûye palewanê cîhanê û 3 caran jî bûye palewanê lîstikên Para-Asyayî.

Ew werzişvanê Kurd di bilindkirina halteran de xwedîyê rekorda cîhanî ye û di wezna 107 kîlogram de haltera 310 kîlogramî bilind kirîye.

Sîyamed Rehman, sala 1989ê li bajarê Şino ji dayîk bûye û duh di 1ê Adara 2020 de bi sedema derbaskirina kirîza dil jîyana xwe ji dest da.

Rudaw

 

Siyaset Haberleri

Çalakiyên berfireh bi hilkefta 22ê Pûşperê li Rojhilatê Kurdistanê bi rê ve diçin
Riha û Urmiye bûn destbirak
Şêwirmendê Ewlekariyê ya Iraqê: Divê mûçeyên karmendên Kurdistanê bên dabînkirin
Trump nameyeke gumrikê ji 7 welatên nû re şand!
Dadgehê ji tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji bo 13 kesan îdam û 219 sal ceza da