PAK:Em bi wefata mamosta Hemîdê Hecî Derwêş xemgînin

Serokê Partîya Azadîya Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ji ber wefata sîyasetmedarê Kurd Hemîdê Hecî Derweş bi peyamekê sersaxî xwest.

Navenda Nûçeyan- Serokê Partîya Azadîya Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ji ber wefata sîyasetmedarê Kurd Hemîdê Hecî Derweş bi peyamekê sersaxî xwest.

Peyama Ozçelîk wiha ye:

Em bi wefata mamosta Hemîdê Hecî Derwêş xemgînin


Serokê Partîya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûrîyê (PDPKS) mamosta Hemîdê Hecî Derwêş îro(24.10.2019) roja pênşemê di seet:02.00yan de li bajarê Qamişlo ji ber celteya dilî çûye ber dilovanîya xwedê.


Em bi wefata sîyasetvan û rewşenbîrê welatperwer ê Kurd , Serokê Partîya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê(PDPKS) mamosta Hemîdê Hecî Derwêş xemgînin.


Xwedê bi rehma xwe şad bike. Cîhê wî biheşt be.


Sersaxîyê ji hemû malbat û heval û hogir û hezkirîyên rehmetî re, ji hemû rêvebir û endamên Partîya Demoqrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûrîyê re, ji gelê Kurd re dixwazim. 24.10.2019


Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist