PAKê seredana mezelê Şêx Evdirehîm ê birayê Şêx Seîd kir

.

Roja 27.05.2021ê piştî ku PAKî ji merasîma li ser mezelê Cîhgirê Serokê PAKê Feyyaz Ekmen vegerîyan, seredana mezelê Şêx Evdirehîm ê birayê Şêx Seîd ê serokê tevger, berxwedan û serîhildana neteweyî ya 1925ê kir.

Heyeta PAKê fatîheyek li ser mezelî xwendin û Şêx Evdirehîm û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê bibîranîn.

Mezelê Şêx Evdirehîm, li Deşta Perîşanê ya ku di navbera Bismil û Batmanê de ye.

Şêx Evdirehîm ji destpêkê heta dawiyê di navê serîhildanê de cih digire. Ji ber wêrekî û mêrxasiya wî bi leqabê “Şêrê Pîran ê bi Dudilî” tête zanîn. Piştî têkçûna serhildanê diçe binxetê, ango Rojavayê Kurdistanê.

Piştî ku Dewleta Tirkîyeyê dest bi Tertetele ya Dêrsimê kir, ango dest bi jenosîda li Dêrsimê kir , Şêx Evdirehîm û hevalên xwe ji bo beşdarî berxwedana gelê me yê Dêrsimê bibin, di sala 1938ê de derbasî Bakurê Kurdistanê dibin. Lê mixabin Şêx Evdirehîm û 14 hevalên xwe li nêzîkî navçeya Bismilê ya Amedê dikevin kemîna Dewleta Tirkîyeyê û têne şehîd kirin.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Can Azbay: Erkê me hemûyan e ku ji bo azadî û serfirazîyê, bi yekgirtina neteweyî, em Alaya Kurdistanê her dem bilind bikin
PWK: Me Bûyera 49an ji bîr nekirîye û emê ji bîr nekin
Serok Barzanî: Ala Kurdistanê sembol û nîşaneke pîroz a gelê me ye
Trump Sûriye xiste lîsteya qedexeyê
Li Bokanê pêşangeha 'Jin'ê: 40 hunermendan çanda Kurdan xêz kir