PAKê serdana yekem muxtara jin a Batmanê kir

Şandeyek ji Serokên Şaxên Batman û Hezoyê yên Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) û rêvebirên wê pêkhatî, çûn serdana yekemîn muxtara Batmanê Fatma Turkanê û ew pîroz kir.

Serokê Şaxa Batmanê yê PAKê Azîz Ozdemîr, bi giştî niştecihên Taxa Saglikê pîroz kir ku bi hilbijartina jinekê bo taxa xwe gaveke pêşîn avêtîye pîroz kir û Fatma Turkanê jî bi taybetî pîroz kir ku bi wêrekî ketîye vî karî û serkeftin bi dest xistîye.

Ozdemîrî got  ku di ximetguzarîyê da hêvîya wan ev e ku hemû derî lê bêne vekirin û êdî di qada birêvebirinên herêmî da, di birêvebirina xwe bixwe da jin gavên wêrektir dikarin biavêjin û ew weke PAKê, di vê bawerîyê da ne ku di her qadên jîyanê da jin bivênevê ne.

Muxtar Fatma Turkan jî bo serlêdan û pîrozkirinê sipasîya xwe pêşkêşî PAKê kir û got berîya her tiştî piştgirîya malbata wê kiriye ku bi wêrekî vê gavê biavêje û got éSipasîya xwe pêşkêşî hemû kes û deroûdoran dikim ku piştgirî dane min."

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin