PAKê li Wanê Şêx Ebdulselam Barzanî bibîranî û Roja Ala Kurdistanê pîroz kir

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) roja 15.12.2019an, li Teşkîlata Wanê ya PAKê, jibo bibîranîna rêberê gelê Kurd Şêx Ebdulselam Barzanî û ji bo pîroz kirina Roja Ala Netewî civînek li dar xist.

Navenda Nûçeyan- Di civînê de endamê Komîteya Birevebir a Navendî û Serokê Teşkîlata Wanê ya PAKê İsmet Elçi, di derbarê jîyan û xebat û rola rêberê gelê Kurdistanê Şêx Ebdulselam Barzanî de semînerek da.


 

Herweha Roja Ala Kurdistanê jî hate pîroz kirin û girîngî û rûmeta Ala Kurdistanê ya di doza azadîya Kurdistanê de hate nirxandin.


 

Serokê Teşkîlata Wanê ya PSKyê Tayyip Kizilyildiz û gelek sîyesatvan û rewşenbîrên Wanî jî beşdarî vê civînê bûn.

 

Piştî semînerê beşdarên semînerê jî di derbarê herdu babetan û rewşa sîyasî ya Kurdistanê de bîr û rayên xwe anîn ziman.


 

Civîna PAKe ya li Wanê bi awayekî serkeftî bidawî hat.

15.12.2019

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist