PAKê li Mûş û  Batmanê seredana  şîna qurbanîyên teqîna Pasûrê kir

Heyetên PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê)  li Mûş û Batmanê seredana şînên qurbanîyên teqîna Pasûrê(Qulp) kirin.

Heyeteke PAKê ya bi serokatîya Aziz Özdemir ê Serokê Şaxa Batmanê ya Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) roja 15.09.2019an seredana şîna qurbanîyên teqîna Pasûrê kir.

Weke tê zanîn li Pasûr (QULP) a Navçeya Amedê, di roja 12.09.2019an de di encama teqînekê de, 7 kes hatin kuştin, 10 kes jî birîndar bûn.

Ji wan heft qurbanîyan 2 kes xelkê Sasunî û niştecîyên Batmanê bi navê Mehmet Bozyel û İhsan Çelikbilek bûn.

PAK Şaxa Batmanê bi şandekê seredana  şîna (tazîye) qurbanîyan kirin.

Serokê Şaxa Batmanê  ya PAKê Aziz Özdemir ji xizmên wan re sersaxî ,sebir û metanet xwest û got:

"Em ev êrîşa ku bi tu sedemê nayê qebulkirin û bi her cûreyeke êrîş û çalakîyên terorî yên ku zerarê dide sivîlan, bêyî teredut her tim şermezar dikin."

Heyeta PAKê li Mûşê seredana şîna qurbanîyên teqîna Pasûrê(Qulp) kir

Heyeteke PAKê ya ji rêvebir, endam û alîgirên PAKê pêkhatî bi serokatîya Abdullah Özten ê endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PAKê roja 15.09.2019an li Mûşê seredana şîna Sinan   Diger ê qurbanîyê teqîna Pasûrê(Qulp) kirin.

Endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PAKê Abdullah Özten, li ser navê PAKê sersaxî ji Necmettin Diger ê lawê Sinan Diger re xwest û ev êrîşa terorî şermezar kir.

Li Batman û Mûşê her sê malbatên qurbanîyan spasîyên xwe pêşkêşî heyetên PAKê kirin.

15.09.2019

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist