PAKê Li Enqereyê Kongreya xwe ya Duyemîn a Asayî li dar xist

PAKê Li Enqereyê Kongreya xwe ya Duyemîn a Asayî li dar xist

PAKê di roja 18.10.2020ê de li Enqereyê, Kongreya xwe ya Yasayî a Duyemîn a Asayî li dar xist.

Li gorî Qanûna Partîyan ya li Tirkîyeyê, her partîyeke yasayî, mecbûre ku Kongreya xwe ya Giştî li Enqereye li dar bixe.

PAKê dixwest ku Kongreya xwe ya Duyemîn a Asayî, bi beşdarîya hemû delege, endam û alîgirên PAKê û bi beşdarîyê mêvanan û ya gelê me, bi awayekî girseyî li dar bixe. Lê mixabin ji ber xeterîya pandemîya covîd-19yê nikarîbû Kongreya xwe bi vî rengî li dar bixe. Ji ber wê jî bes bi beşdarîya hêjmareke delegeyên ku wek yasayî mecbûrî ye, li gel tedbîrên covid-19yê Kongreya Duyemîn a Asayî ya PAKê li dar ket.

Kongreya PAKê ya Duyemîn a Asayî li gorî rojeva ku berê hatibû amade kirin birêve çû.

Birêzan Mehmet Gül, Faiz Eşin, Mehmet Bilen wek Dîwana Kongreyê hatin hilbijartin.

Kongre di bin Ala Kurdistanê de bi rêzgitina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê bû.

Zimanê Kongreyê bi Kurdî û bi Tirkî bû.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik di destpêka Kongreyê de axaftinek kir , paşê hemû raporên xebatê hatin xwendin û ji alîyê delegeyan ve hatin pejirandin. Kongre, li gorî tedbîrên Covîd-19yê birêvçû û rojekê ajot.

Di Kongreyê de li gorî prosedura yasayî Serokê Giştî û endamên esil û yedek ên Meclîsa Partîyê û herweha endamên esil û yedek ên Lijneya Dîsîplînê ya Navendî hatin hilbijartin.

Di Kongreyê de Birêz Mustafa Özçelik bi yekdengî, careke din weke Serokê Giştî yê PAKê hate hilbijartin.

Di Kongreya PAKê ya Duyemîn a Asayî de, Meclîsa Partîyê bi beşdarîya gênc û jin û endamên nû ve hate nû kirin.

Di Kongreya PAKê ya Duyemîn a Asayî de delegeyên PAKê bi berfirehî li ser rewşa sîyasî ya Bakurê Kurdistanê, Tirkîyeyê, her sê perçeyên din yên Kurdistanê , herêmê û cîhanê rawestîyan.Herweha delegeyên Kongreyê li ser xebat û pêwîstîyên PAKê yên sîyasî, aborî, îdarî û yên din, li ser sîyaseta nû ya PAKê û bernameya wê ya xebatê ya ji bo demên pêş de bi berfirehî gengeşe kirin û gelek biryarên girîng sitendin.

Li gel şerdên xerab yên Covîd-19yê jî Kongre bi awayekî serkeftî bidawî hat.

PAK di roja 18.10.2014an de li Amedê wek partîyeke meşrû hate damezrandin. Kongreya PAKê ya Duyemîn a Asayî jî di roja 6emîn salvegera damezrandina PAKê de, roja18.10.2020ê de hate li dar xistin.Li dar xistina Kongreya PAKê ya Duyemîn a Asayî di têkoşîna azadîya Kurdistanê de nîşana biryardarî, berdewamî û pêşde birina xebatên PAKê ye.

Kongreya PAKê ya Duyemîn a Asayî perspektîfên xwe yên sîyasî û biryarên xwe dê di rojên pêş de bi Daxuyanîya Encamnameya Kongreyê li raya giştî belav bike.

Kongreya PAKê ya Duyemîn a Asayî li gelê me pîroz be.

18.10.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê)

 

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!