PAKê li ”Derîyê Mêrdînê” Wedat Aydin bi bîr anî

Di 25mîn salvegera şahadeta wî de hevalên wî yên PAKê li Diyarbekirê li goristana Derîyê Mêrdînê Wedat Aydin bi bîr anîn

Îro,(10.07.2016) di 25mîn salvegera şahadeta wî de hevalên wî yên Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK)ê li Diyarbekirê li goristana Derîyê Mêrdînê Wedat Aydin bi bîr anîn.

Li ser mezelê wî cîgirêserokê PAKê Nuri Sinir, şewirmendê Serokê PAKê Eyyub Alacabey û endamê Meclîsa PAKê û heval û hemşerîyê wî Kutbettin Yildiz li ser wedat Aydin axaftin; bahsa jiyan, tekoşîn û xebata wî kirin. Medyaya kurdî alaqa nîşanê merasimê da.

Wedat Aydın di  25 sal berê di 05.07.1991an de li Amedê ji alîyê hêzên Dewleta Tirk ve ji mala xwe hate birin û bi awayekî hovane li qezeya Madenê hatibû qetilkirin û di merasima cenazeyê wî de bi dehan kes ji aliyê dewletê ve hatibûn kuştin.

Wedat Aydin kadroyekî KİP/DDKDê bû. Gava şehîd ketibû jî Serokê Şaxa Amadê yê HEPê bû.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist