PAKê li Batmanê bîranînek bo Enfalê, Xalid Begê Cibrî û Yusif Zîya Begî li dar xist

Teşkîlata Batmanê ya Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) bi hilkefta 33emîn salvegera Enfalê û herwiha 94emîn salvegera şehadeta Xalid Begê Cibrî û Yusûv Zîya Begî roja yekşemê 14ê Nîsanê bîranînek li dar xist.

Di bîranîna ku li Teşkîlata Batmanê ya PAKê da hatî lidarxistin da, axaftina vekirinê ji alîyê Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Feyyaz Ekmen va hat kirin.

Ekmenî di axaftina xwe da got, di jiyana mirovan da, jiyaneke azad û biewle, esas e û heta kurd li welatê xwe xwe bixwe birêve nebe, dê herûher bi Enfalan ra rûbirû bibin.

Bîranîn, bi rêzgirtina bo şehîdên Kurdistanê û bi xwendina Sirûda Neteweyî Ey Reqîb destpê kir.

Piştre, daxuyanîyên PAKê ên di derbarê Enfalê û Xalid Begê Cibrî û Yusiv Zîya Begî da, hatin xwendin.

Dûvre, Hamdusena Demîrel, bi naveroka hûrgilî û agahîyên îstatîstîkî yên Qirkirina Enfalê semînerek da.

Herwiha helbestvan Mela Îmadettîn Yetîz (Seydayê Gurdilî) helbestên xwe yên bi navê 'Koçberkirina Kurdan' û 'Li Ser Hereketa Azadî' xwendin.

Bîranîn, bi temaşekirina dokumantereke li ser Enfalê bi dawî hat.

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir