PAKê li Amedê seredana KKPyê(Partîya Komunîst a Kurdistanê) kir

.

PAKê roja 14.01.2022yê li Amedê seredana KKPyê(Partîya Komunîst a Kurdistanê) kir

Heyeta PAKê ji Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Nûrûllah Tîmur, Vahît Aba, Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran, endamê Meclîsa Partîyê ya PAKê Abdûllah Polat û rêvebirên PAKê Şeref Yalçın û Îsmaîl Edîş pêk hatibû.

Serokê Giştî yê KKPyê Sînan Çîftyurek û endamê Komîteya Birevebir a KKPyê, Parlamenterê HDPyê yê Ruhayê Nûsrettîn Maçîn pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Heyeta PAKê di heqê dersa bijarte ya zimanê kurdî, kampanyaya ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê û bibe zimanê fermî, daxwazên acîl yên miletê Kurd, rewşa Kurdistanê û Tirkîyeyê û hevkarî û tifaqên neteweyî de bîr û ray û pêşeniyarîyên xwe anîn ziman.

Heyeta KKPyê jî di derbarê van mijarên ku heyeta PAKê anîne ziman, bîr û ray û pêşniyarîyên xwe anîn ziman.

Hevdîtina di navbera heyetên PAK û KKPyê di atmosfereke dostane û berhemdar de derbas bû. Herdu alîyan jî girîngî û daxwaza berdawamîya van hevdîtinan anîn ziman.

14.01.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN