PAKê îro Seredana ODEYA Yekîtîya Bijîşkan Ya Dîyarbekirê kir

.

RÛPELA NÛPAK îro 05.04.2021 bi wefta ku ji Cîgirê Serokê Giştî Vahît Aba û endamên Meclîsa PAKê Henifî Tûran û Husnu Onuktan pêkhatibû, îro seredana Odeya Yekîtîya Bijîşkan ya Dîyarbekirê kirin.

Cîhgirê Serokê Giştî Vahît Aba di behsa serdanê de got: Îro ew wek weftekî PAKê ji bo danûstandin di derbarê rewşa herêmê de serdana Odeya Yekîtîya Bijîşkan ya Dîyarbekirê kirine.

Li ser daxwaza PAKê, rêzdar Dr. Şexmûs Gokalp ku heta demekî berê girtî bû jî, di hevdîtinê de amade bû. Wefta PAKê ji Dr. Şêmus Gokalp re daxwaza derbasbûyînê kir.

Herwiha Cîhg. Ser. Gişt. Vahît Aba di berdewamîya behsa seredana wefta PAKê ya Odeya Yekîtîya Bijîşkan ya Dîyarbekirê (OYBD) de anî ziman ku; Di seredenadê ew di derbarê bandorên li ser OYBD û bi giştî ya Sazîyên Sivîl danûstandin hatine kirinê.

Di beşekî din ya sohbetê de, li ser Doza girtina partîyan bîr û ray hatine parvekirinê.

Di dawîyê de rêzdar Vahît Aba amaje pê kir ku seredan di atmosferyeke germ de bihorî û bi hêvîya berdewamîya hevdîtinên bi vî rengî me xatir ji hev xwet.

 

 

Kurdistan Haberleri

Serokê PWK, Mustafa Ozçelîk bi Alî Çeven re axivî: "Em li gel te ne"
PWK: Em Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
Kürtler "Barış Süreci"nin neresinde konferansı
PWKyîyan Li Qoserê Belavokên Salvegera 2 Salîya Damezrandina PWKyê Belav Kirin
Fransa cihên nû ji bo danûstandinan di navbera Şam û HSDê de pêşniyar dike