PAK û PSKê li Enqereyê li gel Sefareta Emerîkayê hevdîtinek pêk anîn

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîhgirên Serokê Giştî yê PSKê Celal Yildiz û Hasan Tuzcu, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Mehmet Gül îro li Enqereyê, di derbarê doza girtina PAK, PSK û partîyên Kurdistanî de li gel nûnerên Sefareta Emerîkayê hevdît

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîhgirên Serokê Giştî yê PSKê Celal Yildiz  û Hasan Tuzcu, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Mehmet Gül roja 29.05.2019an li Enqereyê, di derbarê doza girtina PAK, PSK û partîyên Kurdistanî de  li gel nûnerên Sefareta Emerîkayê  hevdîtinek pêk anîn 

Heyeta PAK û PSKê roja 29.05.2019an  li  Sefareta Emerîkayê   li gel Berpirsa beşa sîyasî Amy LILLIS û karmendê beşa siyasî Matthew B. STANNARD  hevdîtinek pêk anîn. 

Heyeta PAK û PSKê di vê  hevdîtinê  de di derbarê doza daxistina(girtina) PAK û PSKyê de agahdarî dan.

Herweha heyeta PAK û PSKê di vê hevdîtinê de dosyayeke ku ji Îdîaname û mutalaya doza girtinê pêk hatî û  daxuyanîya hevbeş ya PSK û PAKê ya bi kurdî, Tirkî û Îngilîzî  hatibû amade kirin teslîmî nûnerên Sefareta Emerîkayê kirin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist