PAK û PSK li gel SF(Partîya Sosyalît a Gel a Danmark) civîyan.

PAK û PSKê li Parlamentoya Danîmark li gel SF (Partîya Sosyalît a Gel a Danmark) civînekî pêk anîn.

Îro 11.03.2020 Partîya Azadîya Kurdistanê-PAK û Partîya Sosyalîst a Kurdistanê-PSK li Parlamentoya Danîmark civînek li gel Partîya Sosyalîst a Gel a Danîmark-SF pêk anîn.

Civîna her sê alîyan di derbarê rewşa doza girtina partîyên Kurdistanî PAK, PSK, PDK-T û P Komûnîst K yên Bakurê Kurdistanê, sîyaseta dewleta Tirkîyê û rewşa Kurd û Kurdistanê bi giştî û herwiha şêweya bihevre karkirnê bû..

Li ser navê SF'ê berdevkê partîyê, Karsten Hønge û parlamentera kurd Helîme Oğuz, ji komîta PAK'ê ya li Danîmark Mirza Akar û Adnan Axacan û ji komîta PSK'ê li Danîmark jî Serhad Amedi, Ruhat Durkal û Yilmaz Yildiz beşdarî civînê bûn.

Ev e duwemîn civîne ku PSK û PAK li gel SF'ê pêk tînin.

Civîn bi danûstandinên agahdarîyan di nav atmosfêreke xweş û dostane de derbas bû û ji bo pêşerojê hin kar û xebatên hevbeş hatin destnîşan kirin.

Rûpela nû/Danîmarka

11.03.2020

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist