PAK: Şoreşa Îlonê li her çar alîyê cîhanê ji nû ve agirê vejîna Kurdayetîyê pêxist

.

"Şoreşa Îlonê li her çar alîyê cîhanê ji nû ve agirê vejîna Kurdayetîyê pêxist

Îro 60emîn salvegera Şoreşa îlonê ye. Di 11yê îlona 1961ê de bi rêberatîya Mele Mustafa Barzanîyê nemir û Partîya Demokrat a Kurdistanê de, gelê me yê Başûrê Kurdistanê li dijî Dewleta Iraqê serî hilda.

Piştî ku berxwedana Dêrsimê bi jenosîdeke mezin hate pelçiqandin û piştî ku Komara Kurdistanê(Komara Mehabadê ya Kurdistanê) hate rûxandin, demeke dirêj ewrên reş, bêdengî û şikesteke mezin xwe berda ser ezmanê her çar perçeyên Kurdistanê .

Şoreşa îlonê, pêl û bahozeke xurt û mezin bû ku ev ewrên reş ji ser ezmanê her çar perçeyên Kurdistanê dûr xist; hêvî û hest û bîr û bawerîya netewî, niştimanî careke din li her çar perçeyên Kurdistanê vejand.

Şoreşa Îlonê şoreşa her çar perçeyên Kurdistanê bû. Şoreşa îlonê li her çar perçeyên Kurdistanê, li her çar alîyê cîhanê ji nû ve agirê vejîna Kurdayetîyê pêxist.

Piştî Şoreşa Îlonê 9 salan, piştî serîhildana gelê me ya qehremanane, Dewleta Iraqê paşde gav avêt û naçar ma ku li gel Mele Mustafa Barzanîyê nemir rûne.

Roja 11.03.1970an Rêberatîya Şoreşa Başûrê Kurdistana(Partîya Demokrat a Kurdistanê) û Dewleta Iraqê(Partîya Baasê) Peymana Otonomîyê îmza kirin, ku mafên gelê Kurdistanê yên îdarî, siyasî, aborî û çandî hatin naskirin û sîstema otonomîyê, ango sîstema xwe birêvebirinê hate damezrandin.

Lê di navbeyna çar salan de Rejîma Baasê pêwîstîyên vê Peymanê bicîh neanî û şoreşa gelê Kurdistanê careke din dîsa destpê kir.

Em di 60emîn salvegera Şoreşa Îlonê de, bi hest û bîr û bawerîyên xwe yên neteweyî, niştimanî Şoreşa Îlonê weke şoreşa xwe dibînin û Mele Mustafa Barzanîyê nemir û hemû şehîd û kedkarên Şoreşa îlonê bi giramî bibîrtînin."

11.09.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Hewlêrê hat kirin
Almanya - Civaka Kurd li dijî xîlafetê mîtîngekê li dar dixe
Iraqê paşde gav avêt: Karûbarên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin rawestandin
Di 5 salan de 10 hezar û 533 karker mirine
VÎDEO; Şandeya Herêma Kurdistanê li Amedê seredana hin partîyên Kurd kir