PAK: Şexsîyeta Qazî Mihemed, hişmendîya Kurdistanî pêşkeşî me dike

Bi hilkefta 72yemîn salvegera sêdarkirina Pêşewa Qazî Mihemed û hevrêyên wî, Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) belavokek belav kir.

Di belavoka ku ji alîyê Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê ve ji Rûpela Nû ra hatî şandin da wisa hat gotin:

"PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê):

Em Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî bi giramî bi bîr tînin

Serokomarê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên xwe di roja 31.03.1947an de li bajarê Mehabad ê Rojhilatê Kurdistanê, li Meydana Çarçirayê, ji alîyê Dewleta Îranê ve hatin darvekirin.

Jiyan, helwest, şexsîyet û wasîyet û parastinnameya li mahkemê ya Pêşewa Qazî Mihemed di eslê xwe de rêbaz û hişmendîya Kurdistanî pêşkêşî me dike.

Wasîyet û parastinnameya Pêşewa Qazî Mihemed ji bo îro jî wazîfeyên me yên netewî û dîrokî nîşanî me didin.

Gelê Kurdistanê dê Pêşewa Qazî Mihemed û şehîdên Kurdistanê ji bîr neke.

Helwesta Pêşewa Qazî Mihemed ya bi rûmet û nesîhetên wî îro jî di têkoşîna azadîya Kurdistanê de rêya me rohnî dike.

Em di 72yemîn salvegera darvekirina wan de Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin. 31.03.2019

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê"

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist