PAK Şaxa Batmanê Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî bibîranî

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) şaxa Batmanê dı salvegera 27 emîn de dr. Sadıq Şerefkendi û hevalên wî bibîranîn

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) şaxa Batmanê dı salvegera 27 emîn de Dr. Sadıq Şerefkendi û hevalên wî bibîranîn

Rêvebirîya Batmanê ya PAKê 17.09.2019 an de li Batmanê saet di 13.00an de li Şaxa Batmanê ya PAKê Dr.Sadık Şerefkendi û hevalên wan bibîranîn.


Di bîranînê de rêveber, endam û dostên PAKê cih girtin.


Serokê PAKê ya Batmanê Aziz Özdemir bixêr hatin da mevanan û jibo şehîdên Kurdistanê bi taybetî ji bo Dr.Şerefkendî û hevalên wan rêz hate girtin û sirûda netewî(Ey Reqîb) hat xwendin.Pİştî rêzgirtinê, daxuyanîya PAKê ji alî serokê PAK şaxa Batmanê Aziz Özdemir ve hat xwendin.

Di daxuyanîyê de:

"Sekreterê Giştî yê PDK-Îranê Dr. Sadiq Şerefkendî di 17yê îlona sala 1992an de li bajarê Berlînê li welatê Almanya li gel sê hevalên xwe yê endmên PDKÎyê ji aliyê sîxurên Dewleta Îranê ve hatin qetil kirin.
Em Dewleta Îranê careke din jî ji ber vê qetlîamê rûreş dikin.
Di 27emîn salvegera şehadeta wan de em Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî û bi giramî bi bîr tînin."

 

Piştî xwendina daxuyanîyê Aziz Özdemirî got:

"Doza ku Dr. Şerefkendî û hevalên xwe (Fattah Abdolî,Homayoun Ardalan , Nourî Dehkordî) ji ber wê jiyana xwe feda kirine,îro jî li her çar perçeyên Kurdistanê berdewam e."

 

Bîranîn bi hestên xwe ku bêşdaran anîn ziman bîranîn bi dawî bu.

17.09.2019
Şaxa Batmanê Ya PAKê.

 

 

 

Siyaset Haberleri

Ferîd Sedûn: Ehmed Şer amade ye nenavendîbûnê qebûl bike
Şoriş Qadir: Em hêvî dikin geştên Swêd û Herêma Kurdistanê dîsa dest pê bikin
Hêzên Asayîşê: Hikûmeta Demkî li Helebê agirbest bin pê kir
Fuad Husên: Me bi Tirkiyeyê re li ser pirsgirêka avê û ewlehiya herêmê gotûbêjên girîng kirin
Serokê Kolombiyayê: Ez piştgiriyê didim dewleta Kurdistanê