PAK: Referandûma Serxwebûnê ya 25ê Îlon a 2017an û encamên wê meşrû ye û em îro jî piştgirîyê lê dikin

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK): Di duyemîn salvegera Referandûma Serxwebûnê de, em hem referandûmê û hem jî encamên wê bi rêzdarî silav dikin û careke din jî îlan dikin ku em piştgirîyê li vê îradeye gelê xwe dikin.

Di roja 25ê Îlona 2017an de, li bajarên ku bi Rêveberîya Herêma Kurdistanê ve girêdayî ne  (Hewlêr, Silêmanîye, Dihok û Helebçe)û li nevçeyên din yên Başûrê Kurdistanê, yên ku mijara madeya 140î ne, referandûma serxwebûnê ya meşrû, bi awayekî demokratîk li dar ket.

Beşdarîya referandûmê ji %72, rêjeya dengên ‘Erê ji bo serxwebûnê’ jî ji %92.73 bû.

Weke te zanîn Emerîka, Rûsya, Ewrûpa û gelek dewletên cîhanê daxwaz kiribûn ku referandûm bê tecîl kirin.

Dewletên weke Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîyeyê jî, ne bes li dijî referandûmê derketin; ji bo ku rê li ber referandûmê bê girtin jî, çi ji edstên wan hat kirin û bi hevdu re planeke hevbeş meşandin.

Gelê Başûrê Kurdistanê, li gel hemû tehdît, zext, astengî, êrîş û planên qirêj yên derekî û navxweyî jî, bi cesaret, bi biryardarî û bi xwe bawerîyeke bi rûmet çûn ser sindoqan û ji %92.73 ji serxwebûnê re gotin ‘Erê’. Ev helwesta gelê me , herweha bi rêyên demokratîk îlankirina îradeyeke meşrû ya netewî bû jî.

Di duyemîn salvegera Referandûma Serxwebûnê de, em hem referandûmê û hem jî encamên wê bi rêzdarî silav dikin û careke din jî îlan dikin ku em piştgirîyê li vê îradeye gelê xwe dikin.

Wan hêz û aliyên ku bi plan û hewl û tehdîtên xwe nikarîbûn rê li ber referandûmê bigirin, bi alîkariya beşeke Kurdan û bi destê Heşdî Şahbî , di roja 16yê cotmeha 2017an de , careke din Kerkûk û wan nevçeyên ku mijara madeya 140î ne dane dagir kirin. Dagir kirina Kerkûkê û êrîşa 16yê cotmehê, binpê kirin û tune hesibandina îradeya meşrû, demokratîk û netewî ya gelê Başûrê Kurdistanê bû.Em careke din jî dagirkirana Kerkûkê û dagir kirina ji %45î zêdetirê xaka Başûrê Kurdistanê rûreş dikin.

Hêvî û daxwaza me ji partîyên sîyasî û ji Hikûmet û Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ew e ku, li îradeye Referandûma 25e Îlona 2017an xwedî derkevin û bi tifaq û yekgirtineke netewî û xurt li hemû destkeftîyên heyî yên li Başûrê Kurdistanê xwedî derkevin;  hêza pêşmerge û hemû dezgehên heyî yên dewletbûnê bikin yek, pêşde bibin, dezgehên nû ava bikin.

Lê xwedî derketina îrade û encama Referandûma Serxwebûnê ya ku di 25ê Îlon a 2017 de li dar ket, divê em weke wazîfeyeke netewî qebûl bikin.

25.09.2019

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

Siyaset Haberleri

ŞAM - Rojnamegerên Kurd hatin berdan
EDENE - Konferansa 'Kurd di sedsala dawî ya Osmaniya de' hat lidarxistin
Bender Ebas: Hejmara miriyên teqînê gihişt 70 kesî
YNK: Bi hev re kar bikin da ku mafên Kurdan bên parastin
Serokê ENKSê: Em bi hêvî ne bigihin nêrîneke hevbeş ku nêrîna hemû aliyan be