PAK, PSK Û TDK-TEVGERê li Diyarbekirê Şêx Abdurehîm bibîranî

.

Bi minasebeta 97min salvegera darvekirina pêşengê Tevgera Netewî ya 1925an Şêx Seîd û 47 hevalên wî û birayê Şêx Seîd Şêx Ebdurehîm li Diyarbekirê bernameya bîranînê hat lidarxistin û semînerek hat dayîn.

Semîner ji aliyê PAK, PSK û TDK-Tevgerê ve Odaya Hesabdar û Şewirmendan a li Dîyarbekirê hat lidarxistin.

Gelek, rewşenvîr, kesayet nas, niviskar û sîyasetmedar beşdarî bîranînê bûn.

Moderatorîya semînerê M. Can Azbay kir, nivîskar Seîd Veroj derbarê Tevgera Neteweyî a 1925an û Jîyana Şêx Abdurehîm semînerêk pêşkêş kir.

Seîd Veroj di semînerê de li ser pêvajoya berîya Tevgera Şêx Seîd, destpêka hareketê û têkçûna wê agahîyên berfireh da û helwest û rola Şêx Seîd a di serhildanê de şirove kir.

Pişt re jî ji destpêka Tevgera Neteweyî a 1925an ve heta şehîdbûna wî jîyan û berxwedana Şêx Abdurehîm raxist ber çavan.

Bi vê semînerê şehîdên 1925an û bi taybetî Şêx Abdurehîm hem hatin yad kirin hem jî bi berfirehî hatin danasîn.

Rûpela Nû / Dîyarbekir

 

 

Kurdistan Haberleri

Serdana Nêçîrvan Barzanî ya Tehranê di medyaya Îranê de
Dîroka Festîvala Mûnzûrê diyar bû
Girêbesta Iraq û Amerîkayê nakokî xistiye navbera serkirdeyên Şîe
Li Dêrsimê ‘Konferansa Komkujiya Dêrsimê û Seyîd Riza’ hat lidarxistin
Amûdê: Xelkê ji bo azadiya girtiyên siyasî xwepêşandan kir