PAK: Me qetlîama Robozkê ji bîr nekirîyê û emê ji bîr nekin

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) qetlîama Robozkê bi daxuyanîyekê şermezar kir.

Navenda Nûçeyan- Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) qetlîama Robozkê bi daxuyanîyekê şermezar kir.

Di daxuyanîyê de PAK wiha got:

“Şeva 28.12.2011an li Robozkê 34 Kurdên ku piranîya wan zarok û ciwan bûn, bi êrîşa balafirên Dewleta Tirkîyeyê hatin qetil kirin.

8 sal li ser qetlîama Robozkê yê derbas bû.

Ev qetlîama ku Dewleta Tirkîyeyê kirîye hîna jî weke ''faîlî maçhûl'' maye.

Dewleta Tirkîyeyê, hem kiryardarê vê qetlîamê ye, hem hîna jî qurbanîyên qetlîamê sûçdar dike.

Dewletên cîhanê li himber vê qetlîamê, hîna jî weke kerr û koran tevdigerin, temaşe dikin.

Em di wê bawerî û hêvîyê de ne ku Qetlîama Robozkê û qesas û berpirsên wê, rojekê dê bêne darizandin.

Belê, me qetlîama Robozkê ya ku di şeva 28.12.2011an de ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve hate li dar xistin ji bîr nekirîye.

Em vê qetlîamê careke din jî şermezar dikin.

Em şehîdên Robozkê û hemû şehîdên xwe bi giramî bi bîr tînin, ruhê wan şad, cîhê wan bihuşt be.”


28.12.2019

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 


 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist