PAK: Me Jenosîda Gelîyê Zîlanê Ji Bîr Nekirîye û Em Ji Bîr Nakin Jî

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) jiber 90emîn salvegera komkujîya Gelîyê Zîlan daxuyanîyek parve kir: Em qesasên jenosîda Zîlanê rûreş dikin û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.

 

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) jiber 90emîn salvegera komkujîya Gelîyê Zîlan daxuyanîyek parve kir: Em qesasên jenosîda Zîlanê rûreş dikin û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.

Daxuyanîya PAKê wiha ye:

Di dema Serîhildana Agirîyê de, di roja 13yê Temûza 1930an de Dewleta Tirkîyeyê li Gelîyê Zîlanê jenosîdeke mezin pêk anî.

Jenosîd bi fermandarîyê General Salih Paşa yê Fermandarê Kolordîya Dewleta Tirkîyeyê hate li dar xistin. Di Jenosîda Gelîyê Zîlanê de, 15.000 Kurd hatin qetil kirin ku di nav wan de gelek zarok, jin û pîr jî hebûn.

Di 90emîn salvegera Jenosîda Gelîyê Zîlanê de em careke din dibêjin ku me Jenosîda Gelîyê Zîlanê Ji Bîr Nekirîye û Em Ji Bîr Nakin Jî.

Em qesasên jenosîda Zîlanê rûreş dikin û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.

13.07.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist