PAK: ji bo ku malbatên Kurdan  zarokên xwe di dersa bijarte ya Kurdî de qeyd bikin 2 roj mane

.

PAK: ji bo ku malbatên Kurdan  zarokên xwe di dersa bijarte ya Kurdî de qeyd bikin 2 roj mane


Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê Dersa Bijarte, ango dersa zimanê Kurdî(Kurmancî,  Kirmanckî/Zazakî) di hemû dibistanan de ji bo xwendekarên pola 5,6,7 û 8ê mafek e û niha dema  serlêdanê vî mafî li dibistanan destpê kiriye û dê heta 22yê Çileya Paşîna  2021an berdewam be. Xwendekar divê  heta 22ê Çileya Paşîna 2021an dersên xwe bibijêrin û rêveberîya dibistana  xwe di vê derbarê de agahdar bikin. 


Em wek miletê Kurd ji alîyekî ve ji bo bidestxistina mafê perwerdeya bi zamanê Kurdî û fermî kirina zimanê Kurdî divê em xebatên xwe  bimeşînin, lê ji alîyê din ve jî divê em zarokên xwe di dersa bijarte ya Kurdî de jî qeyd bikin.


21.01.2021
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Trump: Şer dê di demeke nêz de bi dawî bibe û cîhan dê aramtir bibe
Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê ne beşeke aloziyan e
Di nav 2 saetan de 4 dron avêtin Hewlêrê
Bafil Talebanî: Niha dema yekîtiyê ye
Sûdanî bangî hêzên ewlehiyê kir: Êrişkaran desteser bikin