PAK: Ji ber beşdarîya banga greva giştî em gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê pîroz dikin

.

Navenda Hevkarîyê ya Partîyên Kurdistana Îranê , ji bo kuştina keça Kurd Jîna Emînî protesto bikin, bang li gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê kirîbû da ku roja 19.09.2022yê dikanên xwe bigirin û di hemû cîhên kar da greva giştî bê îlan kirin.

Roja 19.09.2022yê, li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê, bi beşdarîyeke mezin gelê Kurdistanê beşdarî greva giştî bûn, dikanên xwe girtin, neçûn kar.

Greva giştî ya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê, nîşana hest û hişmendî û yekgirtineke neteweyî ye.

Greva giştî ya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê, berxwedan û serîhildaneke nû ye; nîşana vejîneke nû ye, nîşana rûpelekî nû ye.

Em careke din Dewleta Îranê ji ber kuştina keça Kurd Jîna Emînî şermezar dikin.

Em ji ber yekgirtin û bang û helwesta wan a neteweyî û welatperwerane, Navenda Hevkarîyê ya Partîyên Kurdistana Îranê pîroz dikin.

Em ji ber beşdarîya wan a girseyî ya di greva giştî da, gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê pîroz dikin. Em piştgirîya gelê xwe dikin.

Em di wê bawerîyê da ne ku, yekbûn, tifaq, hişmendî û sîyaset û xebata neteweyî, niştimanî, li Rojhilatê Kurdistanê dê ji bidestxistina mafên neteweyî û ji azadîya gelê me û welatê me ra rê xweştir bike.

Bijî Kurdistan

Bimre zordestî û dagirkerî

Bijî Azadî

19.09.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Bixwîne: Keça Kurd Jîna Emînî piştî îşkenceya hêzên Îranê jiyana xwe ji dest da

Bixwîne: PAK: Em Dewleta Îranê ji ber kuştina keça Kurd Jîna Emînî şermezar dikin

Kurdistan Haberleri

Konê Reş: Xewna Mîr Celadet li Rojavayê Kurdistanê pêk hatiye
Ramî Ebdirehman: DAIŞ derbaz bûye nav Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê
Sefîn Dizeyî: Destpêka 2026ê Korbenda Aborî ya Herêma Kurdistanê bi Amerîka û Brîtanyayê re tê lidarxistin
Baba Şêx bi peyamekê Cejna Êzî pîroz kir
Şandeya Cihûyan li Sûriyeyê ye: Li pey şopa bav û kalan in