PAK: Hevalê me Vahit Aba li Amedê hate desteser kirin

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) li ser derteser kirina endamê Komîteya Birêvebir a Navendî ya PAKê Vahit Aba daxuyanîyek belav kir.

 

Navenda Nüçeyan- Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) li ser derteser kirina endamê Komîteya Birêvebir a Navendî ya PAKê Vahit Aba daxuyanîyek belav kir. Di daxuyanîyê de wiha hat gotin:

 

Hevalê me, endamê Komîteya Birêvebir a Navendî ya PAKê Vahit Aba roja 11.10.2019an di seet 02.00yê sipêdê de ji alîyê  polîsên Emnîyeta Dîyarbekirê ve hatîye desteser kirin.

 

Polîsan girtine ser mala hevalê me Vahit Aba û wî desteser kirine.

 

Sedema  desteserkirina hevalê me Vahit Aba, parve kirinên di sosyal medyayê de hatîye nîşandan.

 

Em vê desteser kirinê şermezar dikin.Divê hevalê me Vahit Aba demiltest serbest bê berdan.

 

11.10.2019

 

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir