PAK EWROPA: KAR Û BARÊN KU DESTÊ JINAN NE TÊ DE BE, BI SER NAKEVE Û TAMSAR E

Em bi helwest, bi dan û stendina xwe, bi fikir û ramanên xwe, bi rabûn û rûniştina xwe dikarin tesîreke erênî bikin. Em di nav jiyana civakî de, bi kar û barê ku bi destê me digere, mêzîna xwe bi alî jinan de nizm bikin.

Bi minasebeta 8ê Adarê PAK-Ewrûpa (Rêxistina Piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê li Ewrûpa) beyanek da. Beyan wek li jêr e;

"Em roja hemû jinên Kurdistanê û herweha hemû jinên Kurdistanî ku li derveyî welat dijîn, bi hestên xwe yên pak û dilovan pîroz dikin.

Em li derveyî welat şahidê wê yekê ne, di şertê azad û demokrasîyê û xweşbînîyê de jinên Kurd çiqas dikarin pêş bikevin, xeynî rola diya zarokan, jina malê, çi roleke erênî di pêşketina kar, civat û welat de dilîzin.

Bêşik sîstema mêtingehkarî, civata ji demokrasîyê dûr û ji azadîyê bêpar, girtî û oldarîyeke ku erka patrîkal domdar dihêle, rola jinan di civatê de bi sînor dike. Mixabin hîn jî li welatê me jin tê lêdan, kuştin, muameleya nîv koleya li wan tê kirin. Hîn jî di bin maskeya namûsê de, durûtî berdewam e, zewaca du-sê jinan re li civata me heye. Nisbeta xwendinê li gor mêran di nav jinan de gelek kêmtir e.

Em di vê rewşa welatê xwe de nikarin guhertinên esasî, reformên mezin, yasa û qanûnên huqûqî biguherînin. Lê em bi helwest, bidan û stendina xwe, bi fikir û ramanên xwe, bi rabûn û rûniştina xwe dikarin tesîreke erênî bikin. Em di nav jiyana civakî de, bi kar û barê ku bi destê me digere, mêzîna xwe bi alî jinan de nizm bikin.

Di vê roja jinan de em di serî de jinên Kurd ên Êzîdî û bi tevayî yên ku zilm û wehşeta DAÎŞê dîne, ew jinên her çar perçeyên Kurdistanê ji bo welatê xwe şehîd ketine, di hepsa da ne, wek yê Efrînê mal û warên xwe berdane, zarokên wan li ber dilê wan koçemal bûne bi hurmetek mezin bi bîr tînin.

Kar û barên ku destê jinan ne têde be, bi sernakeve û tamsar e."

 

PAK-Ewrûpa   (Rêxistina Piştgirên PAKê li Ewrûpa)

8 Mars 2019

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir