PAK Ewropa: Em sala nû ya hemû hemwelatiyên xwe yên li derveyî welat û hemû Kurdîstaniyan pîroz dikin.

"Li Bakurê welatê me hêzeke netewî, xurt, şefaf û demokratîk wek nan û avê pêwîst e. Em wek PAK yek ji wan namzedên vê pêwîstîyê ne. Mil bidin me, piştgirîyê bikin û bibin xwedîyê partîya xwe."

Navenda Nûçeyan- "Li her çar beşên welat gelê me saleke giran derbas kir.

Metirsiyên dijwar hîn li ber derîyên me ne, ewrên reş hîn li asîmanên me dikumijin.

Ev hemû delîl in ku em wek milet hene, li dû mafên xwe yên rewa ne. Em xewna kolonyalîstan direvînin, me tirsa Kurdistaneke azad û xwe bi xwe rêvebirinê kiriye dilê wan.

Dinya jî şahid e û dibîne ku em mafdar in. Ji herdemê bêtir, firehtir û kûrtir piştgirîya xwe radigihînin.

Mafdarîya me bi serê xwe têr nake. Ji bo em bi serkevên û sengerên nuh bi dest bixin yekrêzîya me jî divê.

Li Bakurê welatê me hêzeke netewî, xurt, şefaf û demokratîk wek nan û avê pêwîst e. Em wek PAK yek ji wan namzedên vê pêwîstîyê ne. Mil bidin me, piştgirîyê bikin û bibin xwedîyê partîya xwe.

Em ji bo piştgirî û keda endam, piştgir û dilxwazên xwe yên sala 2019an spas dikin

Bi van hêvîyan em sala 2020î himbêz dikin, silavên xwe yên pîrozbahîya sala nû ji hemû Kurdistanîyan û dostên wan re rê dikin."

Meclîsa Piştgirên PAKê li Ewrûpayê

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist