PAK: Êrîşa li Alaya Kurdistanê û li Baregeha PDKyê hatîye kirin, êrîşeke li ser hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê ye

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) li ser êrîşa alîgirên Haşdî Şabî ku do li Baxdayê ji Alaya Kurdistanî û Baregehê PDKyê re bibû daxuyaniyek niviskî da û êriş bi tûndî şermezar kir.

Di daxuyaniya PAKê de wiha hat gotin:

Alîgirên Heşdî Şabî bi alayên xwe,roja 17.10.2020ê li Bexdayê êriş birin ser Baregeha Liqa 5 a PDKyê. Terorîstên ku alîgirên Heşdî Şabî ne, li gel şewitandina baregeha PDKyê û bilindkirina ala xwe li ser avahîyê, Alaya Kurdistanê jî şewitandin.

Êrîşa li AlayaKurdistanê û li Baregeha PDKyê hatîye kirin, êrîşeke li ser hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê ye.

Ev êrîşa tehdîdeteke xêrnexwazên Kurdistanê ye li himber destkeftin û yekrêzîya hemû alîyên Başûrê Kurdistanê ye.

Ev êrîşa herweha tehdîdeke li ser başbûna dîyalog û peywendîyên Hewlêr û Bexdayê ye.

Seddam Husênê jenosîdkar bi wan jenosîdên xwe jî nikarîbû rê li ber ava kirina Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê bigire . Îro jî ne Heşdî Şabî, ne jî yên li pişta wan dê nikaribin rê li ber Azadî û Serxwebûna Kurdistanê bigirin.

Ew Alaya ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistafa Barzanîyê nemir kir, îro li ser Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê libadibe. Tu şika me jê tune ye, dê ev alaya pîroz rojekê li ser asîmanê her çar perçeyên Kurdistanê, wek nîşana azadî û serxwebûnê jî libabide.

Em wek hemû rêvebir û endam û alîgirên PAKê êrîşa Heşdî Şabî ya li ser Alaya Kurdistanê û li ser baregahê PDKyê, wek êrîşeke ku li ser me hatîye dihesibînin û bi tûndî Heşdî Şabî û piştgirên wan rûreş dikin.

18.10.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!