PAK: Em welatperwerê Kurd Vedat Aydin bi giramî bi bîr tînin

Paritya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi minasebeta salvegera şehadeta welatperwerê Kurd Vedat Aydin, ku bi destê JÎTEMê hatibû qetilkirin, daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Daxuyanîya PAKê wiha ye:

JİTEM a Dewleta Tirkîyeyê, welatperwerê Kurd Vedat Aydin di roja 05.07.1991ê de ji mala wî ve binçav kir. Di roja 07.07.1991ê de termê wî li kêleka rê hate dîtin. Vedat Aydin bi îşkenceyê hatibû qetil kirin.

Di roja 10ê Tîrmeha 1991ê de bi deh hezaran kes li Amedê beşdarî merasîma cenazeyê Vedat Aydin bûn. Polîs û hêzên taybet yên Dewleta Tirkîyeyê bi çekan êrîşî ser girseyê kirin. Di encama vê erîşê de gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn. Lê dîsa jî termê Vedat Aydin li Amedê hate defin kirin.

Vedat Aydin kadroyekî KİP/DDKDyê bû û ji vê dozê di hefsa Dîyarbekirê de raza bû. Gava ku hate qetilkirin jî Serokê Teşkîlata HEPê ya Amedê bû.

Em di 29emîn salvegera şehadeta wî de , welatperwerê Kurd Vedat Aydin û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.

07.07.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê( Partîya Azadîya Kurdistanê)

 

 

Kurdîstan Haberleri

Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir