PAK: Em sersaxîyê ji malbatên qurbanîyên erdhejê û ji gelê me re dixwazin

Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK): Xwedê qurbanîyan bi rehma xwe şad bike. Cîhê wan biheşt be.

Navenda Nûçeyan- "Êvara 24.01.2020an, di seet:20.55an de, erdhejeke bi şîdeta 6.8an, ku navenda wê Navçeya Sîvrîce ya Xarpêtê bû çebû. 

 

Di encama vê erdhejê de, heta nuha li Xarpêt û Meletê bi dehan kesan jîyana xwe ji dest dane, bi sedan kes jî birîndarin.

 

Bi sedan avahî rûxane û tirs heye ku hêjmara mirî û birîndaran zêdetir bibin.

 

Xwedê qurbanîyan bi rehma xwe şad bike. Cîhê wan biheşt be.

 

Em sersaxîyê ji malbatên qurbanîyên erdhejê re û ji gelê xwe re dixwazin.

 

Şîfaya xêrê ji birîndaran re dixwazin.

 

Divê hemû gelê me çi ji destê wan bê, hemû cûre alîkarîyê bigihînin gelê me ye Xarpêtê û cîhên ku erdhejê zerar gîhandîyê."

 

25.01.2020

 

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist