PAK: Em sersaxîyê ji malbatên Miksê yên qurbanîyên aşûtê re dixwazin

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) bi daxuyanîyekê sersaxî ji malbatên qurbanîyên aşûta Miksê xwest

Navenda Nûçeyan- Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) bi daxuyanîyekê sersaxî ji malbatên qurbanîyên aşûta Miksê xwest

 

“Li navçeya Miksê ya Wan a Bakurê Kurdistanê 2 rojan li ser hev li eynî cîhî 2 caran bi dehan kes di bin aşûtê de man.


 

Roja 04.02.2020an di aşûta yekem de, 5 kesan di bin aşûtê de jîyana xwe ji dest dan, 2 kes jî wendayî ne.


 

Roja 05.02.2020an jî, aşût bi ser tîma lêgerînê de hat û 2 kesên tîma lêgerînê û 5 otomobîlên li wê herêmê di bin aşûtê de man. Li gor agahîyên destpêkê cenazeyê 8 kesan ji bin aşûtê hatine derxistin û 25 kes jî hatine rizgarkirin û hêja 10-15 kes jî di bin aşûtê de ne hejmareke kes di bin de mane.


 

Em sersaxîyê ji malbatên qurbanîyên aşûtê û ji gelê xwe re dixwazin. Xwedê bi rehma xwe wan şad bike, cîhê wn biheşt be. Hêvî dikin ku yên di bin aşûtê de mane bi sax û selametî bêne rizgar kirin."

05.02.2020

 

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist