PAK: Em qurbanîyên Holokostê(Jenosîda Cihûyan) Bi Giramî Bibîrtînin

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) li ser salvegera bi bîranîna qurbanîyên jenosîda Cihûyan peyamek parve kir.

Navenda Nûçeyan- Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) li ser salvegera bi bîranîna qurbanîyên jenosîda Cihûyan peyamek parve kir.

Di peyama xwe de PAK wiha got:

“Holokost, navê jenosîda ku Nazîyan li Almanyayê li ser Cihûyan(Yahûdîyan) bicîh anî bû


 

27ê Çileya Paşîn salvegera bi bîranîna qurbanîyên jenosîda Cihûyan e, ku di şerê cîhanê yê duyem de û di navbera salên 1941 heta 1945an de ji alîyê rejîma Nazî ya Almanyayê ve nêzîkî 6 milyon Cihû hatin jenosîd kirin.


 

Piştî ku Nazîyan jenosîdeke mezin li ser Cihûyan bicîh anîn, di dawîya şerê Duyem ê Cîhanê de, Artêşa Dewleta Yekitîya Sowyetê di roja 27.01.1945an de gelek Cihûyên li Kampa Auschwitzê ji mirinê xelas kirin.


 

Miletê Kurd jî di dîroka xwe de bicaran tûşî jenosîdan bûye. Miletê Kurd êş û jana jenosîdê baş dizane.


 

Bi hêvîya ku tu milet tûşi jenosîdan nebin,em di salvegera Holokostê de 6 milyon qurbanîyên Cihû(Yahûdî) yên ji alîyê Nazîyan ve hatine qetil kirin bi giramî bibîr tînin û em Nazîyên faşîst careke din rûreş dikin.”

27.01.2020


 

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist