PAK: Em Qetlîama Meraşê Rûreş Dikin

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) di 41emîn salvegera Qetlîama Meraşê de daxuyanîyek belav kir: Em hemû qurbanîyên vê qetlîamê bi giramî bibîr tînin.

Navenda Nûçeyan-  Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) di 41emîn salvegera Qetlîama Meraşê de daxuyanîyek belav kir: Em hemû qurbanîyên vê qetlîamê bi giramî bibîr tînin.

Di berdawamîya daxuyanîyê de PAK wiha got:

 

“41 Sal berê,di sala 1978an, di navbera rojên 19 û 25ê çileya pêşîn de, li bajarê Meraşa Bakurê Kurdistanê qetlîamek li dijî xuşk û birayên me yên Kurdên Elewî hate li dar xistin.Ev qetlîama ji alîyê hêzên veşartî û yên aşkere yên nîjadperest û faşîst yên Dewleta Tirkîyê ve hatibû organîze kirin û li dar xistin.Di vê qetlîamê de 111 Kurdên Elewî hatin qetil kirin 1500 Elewî jî birîndar bûn.

Di 41emîn salvegera Qetlîama Meraşê de, em vê qetlîamê û qesasên wê rûreş dikin. Em hemû qurbanîyên vê qetlîamê bi giramî bibîr tînin.”

19.12.2019

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist