PAK: Em qatilên Melek Nebîh Xelîl a keça Kurd a Efrînî rûreş dikin

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) bi daxuyanîyekê qatilên keça Kurd Melek Nebîh Xelîl ku ji alîyên terorîstên OSOyê hatibû kuştin, rûreş kir: Em wan terorîstên ku keça Kurd Melek Nebîh Xelîl kuştine û yên li pişt wan in, rûreş dikin.

Daxuyanîya PAKê wiha ye:

Li Efrînê keçeke Kurd a bi navê Melek Nebîh Xelîl ku 16 salî bû, bi destê terorîstên OSOyê ve hate qetil kirin. Terorîstan ev keça Kurd revandin, tecawuz kirin û paşê jî kuştin.

 


Melek Nebîh Xelîl di roja 23yê gulana 2020an bi destê Tugay a Sultan Mûrad a ku beşeke OSO ya terorîst e, hate revandin û di roja 5ê hezîrana 2020an termê wê li nêzî Firîzîye ya gundê navçeya Azezê hate dîtin.

 

 

Ew terorîstên OSOyê yên  ku Melek Nebîh Xelîl kuştine, bi alîkarî û piştgirîya Dewleta Tirkîyeyê li Efrînê karên nemirovane dikin.

 

Helbete ev ne cara yekem e ku keçên Kurdan tûşî destdirêjî, tecawuz, şîdet û kuştinan dibin.


Di dema hemû qetlîamên li Bakurê Kurdistanê de, li Rojhilatê Kurdistanê, li Enfalê û li qetlîamên din yên li Başûrê Kurdistanê de keç û jinên Kurdan tuşî êrîşên hovane û cinsî bûne, hatine revandin û qetil kirin.


 

Herî dawî di êrîşên DAIŞ a terorîst û hov de bi hezaran keçên Kurdên Êzidî wek êsîr ketin destê DAIŞê, tûşî tecawuzan bûn, li bazaran hatin firotin, hatin kuştin.


 

Ev karên ne mirovane, ev êrîş û destdirêjî û kuştin îro li Rojavayê Kurdistanê berdewam e.


Qurbanî û xeleka herî dawî ya van tecawuz û qetlîaman jî li Efrînê keça Kurd Melek Nebîh Xelîl e.

Em wan terorîstên ku keça Kurd Melek Nebîh Xelîl kuştine û yên li pişt wan in, rûreş dikin.

 

Divê ew hovên qirêj û piştgirên wan baş bizanibin ku dê bi tu awayî nikaribin rê li ber doza gelê me ya rewa bigirin.


Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist