PAK: Em Leyla Qasim bi giramî bibîr tînin

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) bi hilkefta şehîdkirina Leyla Qasim daxuyaniyek belav kir. PAKê di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye ku têkoşîna Leyla Qasim îro li her çar parçeyên Kurdistanê berdewam dike.

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) bi hilkefta li şehîdkirina Leyla Qasim daxuyaniyek belav kir. PAKê di daxuyanîya xwe de eşkere kiriye ku têkoşîna Leyla Qasim îro li her çar parçeyên Kurdistanê berdewam dike.

Daxuyanîya PAKê ya derbarê şehîdkirina Leyla Qasimê de wiha ye:

"Leyla Qasim di roja 12.05.1974an de li Bexda de ji alîyê rejîma Beasê ve hate darvekirin. Leyla Qasim têkoşereke jin ya endama Partîya Demokrat a Kurdistanê-Iraq (PDK- I) bû.

Ew alaya ku Leyla Qasim ji bo wê jiyana xwe feda kir, îro li ser Parlamentoya Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê ba dibe.

Têkoşîna azadîya Kurdistanê ya ku Leyla Qasimê di rêya wê de jiyana xwe feda kir, îro li her çar parçeyên Kurdistanê berdewam e.

Tu darvekirin, kuştin, destdirêjî û jenosîd dê nikaribe rê li ber azadîya Kurdistanê bigire. Em Leyla Qasim û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin." 

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê)

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?