PAK: Em êrîşa ku li pêşmergeyên Kurdistanê hatîye kirin rûreş dikin

.

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê):

Terorîstên DAIŞê şeva derbasbûyî li devera Tepî Telan a ser bi bajarokê Kuleco ya herêma Germiyan a Silêmanîyeyê ve, ji du aliyan ve êrişî Hêzên Pêşmerge kir û di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 4 Pêşmerge jî birîndar bûn.

Em bangî Neteweyên Yekbûyî û Hêzên Hevpeymanîyê dikin , rêbidinê da ku hêzên pêşmerge bikaribin ewlekarîya navçeyên mijara madeya 140î pêk bînin û divê demildest madeya 140î bê bicîhanîn.

Em vê êrîşê, terorîstên DAIŞê û hevalbend û alîkar û piştgirên wan rûreş dikin.

Ruhê pêşmergeyên şehîd ketine şad , cîhê wan biheşt be. Em sersaxîyê ji malbata şehîdan û ji gelê Kurdistanê re dixwazin; şîfaya xêrê ji birîndaran re dixwazin.

28.11.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Hûrgiliyên peymana nû ya Libnan û Îsraîlê eşkere bûn
Korbenda Aborî û Veberhênanê ya navbera Kurdistan û Spanyayê hat destpêkirin
Serokwezîrê herêma Baden-Württembergê pêşwaziya şandeke parêzgeha Dihokê kir
Serokê Sûriyeyê pêşwaziya Wezîrê Dervey ê Iraqê kir
Li Îraqê gendelî: Bi milyonan dolarên ku di dîwêr de hatibûn veşartin hatin dîtin