PAK: Em êrîşa ku li Mexmûrê li gelê me û li pêşmergeyên Kurdistanê hatîye kirin rûreş dikin

.

"Terorîstên DAIŞê şeva derbasbûyî êrişî gundê Xidirce yê li herêma Qereçûx a ser bi Mexmûrê ve kirin û di encamê de 9 Pêşmerge û 3 sivîl şehîd bûn û 4 Pêşmerge û sivîlek jî birîndar bûn.

Terorîstên DAIŞê şeva 28.11.2021ê jî li devera Tepî Telan a ser bi bajarokê Kuleco ya herêma Germiyan a Silêmanîyeyê ve, ji du aliyan ve êrişî Hêzên Pêşmerge kiribûn û di encamê de 6 Pêşmerge şehîd bibûn û 3 Pêşmerge jî birîndar bibûn.

Em bangî Neteweyên Yekbûyî û Hêzên Hevpeymanîyê dikin , rêbidinê da ku hêzên pêşmerge bikaribin ewlekarîya navçeyên mijara madeya 140î pêk bînin û divê demildest madeya 140î bê bicîhanîn.

Em vê êrîşê, terorîstên DAIŞê û hevalbend û alîkar û piştgirên wan rûreş dikin.

Ruhê pêşmerge û 3 sivîlên ku şehîd ketine şad , cîhê wan biheşt be. Em sersaxîyê ji malbata şehîdan û ji gelê Kurdistanê re dixwazin; şîfaya xêrê ji birîndaran re dixwazin."

03.12.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Li Amedê di pîrozbahiyên Amedsporê de 11 kes birîndar bûn
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berdana dîlan xwenîşandan hatin lidarxistin
Pêkhateyên konferansên 14 û 28ê adarê û HAK-PAR, PDK-BAKUR dikarin bingehê tifaqa neteweyî deynin
DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin