PAK: Em Dr. Şivan (Sait Kırmızıtoprak), Sait Elçi û Hevalên Wan Bi Giramî Bibîrtînin

.

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) bi minasebeta salvegera şehadeta Dr. Şıvan (Sait Kırmızıtoprak), Çeko (Hikmet Buluttekin) û Brusk (Hasan Yıkılmış) daxuyaniyek belav kir.

 Di daxuyaniya PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê) de wiha hat gotin:

Dr. Şıvan (Sait Kırmızıtoprak), Çeko (Hikmet Buluttekin) û Brusk (Hasan Yıkılmış) di 26.11.1971ê de şehîd bûn. Vê bûyera trajîk li gel şehîdbûna Sait Elçi, Mihemmedê Begê û Abdullatif Savaş bûyereke trajîk e di dîroka Kurdistanê de.

Herdu Seîd jî, hevalên wan jî rêberên welatperwer ên gelê me bûn. Em ked û xebata wan, wek ked û xebata xwe dibînin.

Em di 49emîn salvegera şehadeta wan de, welatperwerên Kurd Dr. Şivan, Brûsk, Çeko û Sait Elçi, Mihemmedê Begê, Abdullatif Savaş bi giramî bibîrtînin.

26.11.2020

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin