PAK: Em Dr.Fûad û Şêx Eyub di 95emîn salvegera darvekirina wan de bigiramî bibîrtînin

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) bi peyamekê Dr.Fûad û Şêx Eyub di 95emîn salvegera darvekirina wan de bigiramî bibîranî.

PAK di peyama xwe de wiha got:

 

“Doktor Fuad kadroyekî zana û rêvebirekî esasî yê Teşkîlata Azadîyê ya ku Xalid Begê Cibrî serokê wê bû.

Dr. Fûad  rêvebir û organîzatorên  esasî yên serîhildana  bi serokatîya Şêx Seîd Efendî destpêbibû ye.

Şêx Eyub jî piştgir û beşdarekî girîng yê serîhildana Şêx Seîd bû.

Dr. Fûad jî, Şêx Eyub jî ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve bi hîle û kemînên  cuda cuda hatine girtin.

Mehkemeya Şerq Îstîklalê ya Dewleta Tirkîyeyê, di roja 16.04.1925an li Amedê biryara  darvekirinaDr. Fûad  û Şêx Eyub da û di roja 17.04.1925an de  Dr.Fûad, di roja 18.04.1925an de jî Şêx Eyub hate darvekirin..

Dr.Fuad berîya ku bê îdam kirin di Mehkemeyê de weha gotibû:’’Ez her dem amade bûm ku  bi merdane xwe qurbanê welatê xwe Kurdistanê bikim. Lê tu şika min lê tuneye ku rojekê ala serxwebûnê dê li ser vê axa ku em lê têne darvekirin li ba bibe’’.

Dr. Fuad û Şêx Eyub rêberên welatperwer dilsoz û hêja yê doza azadîya Kurdistanê bûn. Em di 95emîn salvegera şehadeta wan de rêberên doza  gelê xwe Dr. Fûad û Şêx Eyub bigiramî birbîrtînin."

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin