PAK: Em Dr. Abdurahman Qasimlo Bi Rêzdarî Bi Bîr Tînin

.

Sekreterê Giştî yê PDKÎ (Partîya Demokrat a Kurdistan a İranê) Dr. Abdurahman Qasimlo di 13yê Tîrmeha 1989an de li Wiyeneya paytextê Awûsturyayê li gel Berpirsyarê Derveyî Welêt yê PDKÎ yê Ebdulla Qadirîzade û Dr.Fazil Resûl ê ji başûrê Kurdistanê, ji alîyê îstîxbarata Îranê ve di otelê de hatin qetilkirin.

Dr. Abdurahman Qasimlo û hevalên xwe gava civîna goftûgoyan ya bi dîplomatên Dewleta Îranê re lidardixistin, ji alîyê sîxurên Dewleta Îranê ve tûşî vê komployê bûn.

Mixabin, Dewleta Awûstûryayê, di derbarê qesas û plangerên vê qetlîamê de tu doz venekirîye.

Dr. Abdurahman Qasimlo, sîyasetmedar, rewşenbîr û dîplomatekî welatperwer bû.

Dr. Abdurahman Qasimlo herweha pêşmerge û rêberekî bi tecrube û hêja bû ku, ne bes ji kîsê PDKÎyê, lê belê ji kîsê hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê çû.

Dewleta Îranê berîya qetil kirina Qazî Muhammed, Dr. Abdurahman Qasimlo û Dr.Sadiq Şerefkendî jî, piştî wan jî gelek caran bi rêyên komplo û kuştinan xwestîye têkoşîna azadîya gelê me ya li Rojhilatê Kurdistanê bifetisîne. Lê belê tu komplo û qetlîaman nikaribûye rê li ber têkoşîna azadîya gelê me bigire.

Ew ala ku Pêşewa Qazî Muhammed teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kiribû îro jî li rojhilatê Kurdistanê di destê pêşmergeyên qehreman de liba dibe. Ala Kurdistanê li hemû perçeyên Kurdistanê ji bo azadî û serxwebûnê tê hildan.

Dr. Abdurahman Qasimlo û hemû şehîdên Kurdistanê, di têkoşîna hemû şervanên qehreman û kedkarên doza azadîyê de dijîn.

Di 33yemîn salvegera şehadeta wan de em Dr. Abdurahman Qasimlo û hevalên wî bi rêzdarî bibîr tînin û bi vê minasebetê careke din jî em Dewleta Îranê rûreş dikin.

13.07.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Mela Bextiyar: Ez dikarim bibim namzedê hevbeş ê Kurdan
Pirtûka 5 hezar rûpelî bû sepan: Arşîva dîjîtal a Êzidiyan hate ragihandin
Îran: Em di parastina axa xwe de ti nermiyê nîşan nadin
Tirkiye herî zêde kel û pelan difiroşe Îraq û Herêma Kurdistanê
Zêdetirî 30 Kurdan ji bo posta Serokkomariya Îraqê bûn namzed