PAK: Em desteserkirina Fûad Onen şermezar dikin

Siyasetmedar û nivîskarê Kurd Fuad Onen, li Stenbolê hat desteserkirin.

Navenda Nûçeyan- Partîya Azadîya Kurdistanê li ser desteserkirina Onen daxuyanîyek belav kir.

“Nivîskar, sîyasetvan, rewşenbîrê Kurd Fuad Onen, roja 05.02.2020an li Stenbolê ji alîyê polîsan ve hate desteserkirin.


 

Fûad Onen jiber hinek daxuyanî û parve kirinên xwe yên li ser sosyal medyayê bi ‘’propaganda kirina terorê’’ tê sûcdar kirin.


 

Li gorî agahdarîyên ku li ber destin, Fûad Onen dê roja 06.02.2020an derkeve pêşberî Mehkemeyê.


 

Desteser kirina Fûad Onen, beşeke ji binpê kirina azadîya ramanî ya ji xwe di asta herî kêm de mirov dikarin bikar bînin e û herweha hewla bi tûmerî rê liber girtina azadîya xwe îfade kirinê ye. Dewleta Tirkîyeyê, di van salên dawî de bi taybetî jî di derbarê wan kesên ku di derbarê pirsa Kurd û Kurdistanê de bîr û rayên xwe tînin ziman, hîn zêdetir lêpirsînên yasayî û cezayî dike, cezayan li wan dibire.


 

Em desteserkirina nivîskar, sîyasetvan, rewşenbîrê Kurd Fûad Onen şermezar dikin û daxwaz dikin ku Fûad Onen demildest were berdan.

05.02.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

Siyaset Haberleri

Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li Almanyayê ne: ‘Kilîta çareseriyê Federalîzm e’
Hêzên Amerîkayê daketin çolên Îraqê, bi artêşê re şer kir
Şervanê ku malbata wî şîna wî danîbû sax vegeriya malê
Îtalya dê sîstema parastina asmanî bişîne welatên Kendavê
Azerbeycan: Dronên Îranê li Balafirgeha Naxçivanê ketin