PAK: Em bangî gelê xwe dikin da ku beşdarî civîna me ya çapemenîyê bibin

.

"Em wek Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) di derbarê helwesta Cîhgirê Serokê Grûba Parlamnetoyê yê İyi Partîyê Lutfu Turkkan, ya li dijî yasayîbûna PAKê û partîyên ku di navê wan de ‘Kurdistan’ heye, di derbarê helwesta Dadgeha Qanûna Bingehîn û ya Wezareta Navxwe ya Tirkîyeyê de dixwazin agahdarîyên rastîn û helwesta xwe bi raya giştî re parve bikin.

Bi vê minasebetê , Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, dê di roja 02.10.2021ê de li Cemîyeta Rojnamevanan a Amedê civîneke çapemenîyê li dar bixe.

Em bangî gelê xwe, bangî dezgehên ragehandinê, partî, grûp û alîyên sîyasî , dezgehên sivîl û sîyasetmedar, rewşenbîr , nivîskar, hunermend û rojnamevanan dikin da ku, bi tedbîrên Covîd-19ê, di vê civîna me ya çapemenîyê de li gel me bin, piştgirîya xwe ji partîya me û ji azadîya ramanî û ji azadîya xebata rêxistinî re nîşan bidin."

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Roj:02.10.2021

Seet:13.00

Cîh: Cemîyeta Rojnamevanan a Amedê

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn