PAK: Em 8000 şehîdên Enfala Barzanîyan bi giramî bibîr tînin

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) bi peyamekê di 37emîn selvegera Enfala 8000 Barzanîyan de, şehîdên Enfala Barzanîyan û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr anî.

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) bi peyamekê di 37emîn selvegera Enfala 8000 Barzanîyan de, şehîdên Enfala Barzanîyan û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr anî.

Peyama PAKê wiha ye:

Di roja 31ê tîrmeha 1983yan de li dijî Barzanîyan Enfal hate li dar xistin. 8 Hezar mêrên Barzanîyan ku temenê wan ji 7 salî heta 85 salî bûn , ji alîyê rejîma Seddam , ji herêma Barzanê hatin derxistin û anîn herêma Qûştepe ku bi ser wîlayeta Hewlêrê ve ye û li kampên Qûdus û Qadisîyê heps kirin. Mêrên Barzanîyan bi rojan bê av û bê nan di nav van kampan de hiştin, di dawîya ezîyeteka mezin de hatin wendakirin. Çi bi serê van mirovan de hat, heta îro jî nayê zanîn. Di ser vê jenosîdê de 37 sal derbas bû ye, lê hîn jî tu xeber ji piranîya van 8 hezar kesan tuneye. Ev mirov hatin îmhakirin û bi tevayî hatin binaxkirin. Cenazeyên kêm kesan ji wan vê dawîyê hatine dîtin.

Em di 37emîn salvegera Enfala 8000 Barzanîyan de, şehîdên Enfala Barzanîyan û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.Hemû qesasên Enfala Barzanîyan careke din rûreş dikin.

31.07.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê
 

Siyaset Haberleri

Saze Salih li Hefteya Modayê ya Parîsê behsa êşa Rojavayê Kurdistanê dike
Serok Barzanî: Hêvî dikim rêkeftina HSD û Şamê serkeftî be
Mihemed Cemîl: Tirkiye ji Serê Kaniyê vedikişe
Mezlûm Ebdî: Em dê heta dawiyê herêmên Kurdan biparêzin
BCF: Li Rojavayê Kurdistanê rewşa tenduristiyê ber xerabbûnê ve diçe