PAK: Divê Kujerên Kemal Kurkutî Bê Ceza Neyên Hiştin

.

Patiya Azadiya Kurdistanê(PAK) li ser beratkirina kûjerên Kemal Korkut daxuyaniyekî niviskî belav.

Daxuyaniya PAKê wiha ye:

“Kemal Kurkutê xwendekarê zanîngehê ku wexta dikir li Amedê tevlî Newroza sala 2017an bibe, li rêya nêzîkî qada Newrozê hatibû kuştin. Paşê di derbarê polîsekî tawanbarê kuştina Kemal Kurkutî de bi “gengazî kuştina bi qest” doz hatibû vekirin. Di roja 17.11.2020an, di 12emîn danişîna vê dozê de 7emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê di derheqê polêsê tawanbar de biryara serbestberdanê da û herwiha bo tespîtkirina tawanbarê gengaz, biryar da ku di derheqê 72 polêsan de daxuyanîya sûcê were encamdan.

Em vê helwesta ku hewl dide kujerên Kemal Kurkutê bê ceza bihêle, şermezar dikin.

Dewleta Tirkîyeyê ku di salên 1990î de bi navê “failî meçhul”ê 17.000 mirovî qetil kirin, dixwaze Kemal Kurkutî jî tevlî wê lîsteya “failî meçhul”an bike.

Ji roja damezirandina Dewleta Tirkîyeyê heta îro, kujerên bi sedhezaran mirovî mixabin nehatine darizandin, vê yekê kir ku ên piştî wana hatine, wêrektir tevbigerin.

Lêbelê, ji bo kujerên Kemal Kurkutê ku li nîvê rojê, li ber çavê herkesî bi guleyên polîsan hate qetilkirin werin tespîtkirin, hemû Baro û hemû kesên ku alîgirên azadî, demokrasî, edalet, mafên mirovan, mafê jîyanê ne, divê seferber bin ku ev yek wazîfeya mirovahîyê ye.”

17.11.2020

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

Kurdîstan Haberleri

Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir