PAK: Divê em li himber xeterîya Vîrûsa Koronayê ne bêxem bin

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) ji ber xeterîya vîrûsa koronayê peyamek belav kir.

Navenda Nûçeyan – PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) ji ber xeterîya vîrûsa koronayê peyamek belav kir.

Di peyama xwe de PAK wiha got:

“Vîrusa Koronayê her roj lig elek welatên cîhanê zêdetir belav dibe û heta nuha li Çînê, li Îranê , li Îtalyayê û li gelek welatan bûye sebeba mirina gelek mirovan.

 

 

Hinek mirov li Başûr û Rojhilatê Kurdistane jî tûşî vê vîrusê bûne.

 

 

Wezîrê Tendirustîyê yê dewleta Tirkîyeyê jî di roja 10.03.2020an de daxuyanîyek belav kir û got li Tirkîyeyê jî kesek bi vê vîrusê ketîye. Lê negot ew kes li kîjan bajarî ye.Ev jî tê wê maneyê ku dikare li 81 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê ev vîrus hebe.

 

 

Li Ewrûpayê jî vîrusa koronayê li gelek welatan belav bûye.

 

 

Jiber ku Vîrusa Koronayê dikare ji mirovekî derbasî yekî din bibe, belav bibe, divê em hem xwe û hem jî dor û bera xwe biparêzin. Divê em li himber xeterîya Vîrûsa Koronayê ne bêxem bin

 

 

Em bangî hemû mirovên li her welatekî cîhanê dikin da ku guh bidin hişyarîdayînên kes û dezgehên tendirûstîyê yên di derbarê Vîrusa Koronyê de û tedbîrên pêwîstî bê heye bigirin.”

 

11.03.2020

 

 

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

Siyaset Haberleri

ALMANYA - Li Bremenê 248 xwendekar dersa Kurdî dibînin
CENTCOM: Dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê ji nû ve dest pê kir
Dar û daristanên Şirnexê tune dikin
Amerîkayê pêgehên navxweya Îranê bombebaran kirin: Elektrîka Ehwazê bi temamî hat birîn
Dadweriya Îraqê bi hevahengî ligel Herêma Kurdistanê bi sedan kîlogramên zêr desteserkirin